Kursa Zimanê Kurdî a Onlîne

Kursa Zimanê Kurdî a Onlîne destpêdike.

Kursa Zimanê Kurdî a Onlîne destpêdike.

B-Art, ji 2004 an û vir de xebatên çandî û hunerî dike. Gelemperî li ser Fotograf, Sînema, Edebiyat û Hunera Hevçax xebatan dikin. Kurs, Hevpeyvîn, Atolye, Rojên Wêjeyê, Festîvalên Fîlman, Pêşangeh û hwd. li dar dixin.

Di van rojên şewbê(Covid19) de wekî hemu cîhanê demeke kin bi şaşwazî rawestiyan lê pişt re dîsa biryar standin ku xebatên xwe nerawestînin û bi rêya onlîne berdewam bikin.

Yek ji xebatên wan Kursa Zimanê Kurdî bû û gelek beşdarvan tevlî kursê bibûn. Lê mixabin ji ber vê şewba corona yê kurs di nîvî de ma. Piştî nirxandina pêvajoyê komeleya B-Art, vê carê bi rêya onlîne dîsa xwest dest bi Kursa Zimanê Kurdî bike.

Xebatkarên Komelê daxuyanî dan û gotin;

Hêviya me ew e ku ev rojên nexweş zu biqedin û tenduristiya hemu cîhanê were ser saxiya xwe. Da ku em jî xebatên xwe bi dilekî rehet bidomînin. Lê mixabin li gorî pêvajoyê raberîyek tune ku wê kengî biqede. Ji ber vê yekê ji bo berdewamiya xebatên xwe em ê metodên alternatîf (wekî onlîne) bikarbînin û em ê xebatên xwe dewam bikin.

Yek ji xebatên me yên girîng Kursa Zimanê Kurdî ye. Di vê pêvajoyê de me xwest vê kursê hem online, hem li ser komên WhatsApp, hem jî yên ku bixwazin bi kontenjanên biçuk re rûbirû li komelê bidomînin.

Kursa ku  wê ji alîyê Mamoste Farqîn Xaneqîn ve bê dayîn ji du asta pêk tê; asta yekem û asta duyem.

Ji bo kursa online her kes, ji her deverî dikare serî lê bide. Perwerde li ser malpera Zoom’ê wê bê dayîn. Lê kursa rûbirû wê li komelê be û kontenjan jî her yek pol wê heşt(8) kes be.

Yên ku bixwazin serî lê bidin hewce ye forma li ser malpera komelê (www.batmanart.net) tije bike û bişeyne.